Atmosfera mezargeha Şehîdên Kirmanê li salroja şehadeta Serdarê Dilan
Di şeşemîn salvegera şehadeta Hecî Qasim Silêmanî de, mezargeha Şehîdên Kirmanê atmosferek din peyda kiriye û bûye mazûvanê ziyaretkerên navxweyî û biyanî .
Terîq Ul-Şuhedaya Kirmanê van rojana berebrê şeşemîn salvegera şehadeta serdarê dilan bûye mazûvanê komek ziyaretker û evîndarên Hecî Qasim Silêmanî û atmosferek menewî û hogiriyeke taybetî li vê rêyê de heye û coş û evîna xizmetê li hemî derên bajarê Kirmanê cardinê vejiyaye û paytexta berxwedana cîhana Îslamî amade ye ku mazûvaniya ziyaretkerên serdarê dilan bike.
Berpirsên lidarxistian vê merasimê ragehandine jibo lidarxstin merasima şeşemîn salvegera şehadeta Serdarê dilan plan û bername hatine kirin ji ber ku bajarê Kirmanê di van rojan de ne tenê mazûvaniya bi mîlyonan ziyaretker û evîndarên Hecî Qasim dike,belkû dibe dilê gerim ê tevgereke cîhanî ku evîna ji bo Silêmanî nîşan dide.