HSD: Li rojhilatê Dêrazorê 5 terorîstên DAIŞ'ê hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i331751-hsd_li_rojhilatê_dêrazorê_5_terorîstên_daiŞ'ê_hatin_girtin
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 5 çeteyên DAIŞ'ê ku amedetiya êrişan dikir, li bajarokê Zîban ê rojhilatê Dêrazorê girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 29, 2022 14:00 Asia/Tehran
  •  HSD: Li rojhilatê Dêrazorê 5 terorîstên DAIŞ'ê hatin girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 5 çeteyên DAIŞ'ê ku amedetiya êrişan dikir, li bajarokê Zîban ê rojhilatê Dêrazorê girtin.

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Hêzên Meclisa Leşkerî ya Hecînê 5 terorîstên DAIŞ'ê li bajarokê Zîban ê li rojhilatê Dêrazorê ku amadekarî ji bo êrişan dikirin, girtin.

Li gorî vê malperê, Hêzên Meclisa Leşkerî ya Hecînê dest danîn ser gelek alav û belgeyên ku beşdarbûna terorîstên hanê di pêkanîna êrişên terorîstî de îsbat dikin û HSDê herwiha hejmarek ji çekên sivik ku terorîstan di êrişan de bi kar dianîn jî xistin destê xwe.