Despêka gera nû ya êrîşên asmanî yên Amerîkayê li Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i331734-despêka_gera_nû_ya_êrîşên_asmanî_yên_amerîkayê_li_sûriyê
Çavkaniyên Sûriyê ji bombebarankirina çend deverên niştecihbûnê li bakurê wî welatî ji aliyê firokeyên Amerîkayê ve ragihandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 28, 2022 20:16 Asia/Tehran
  • Despêka gera nû ya êrîşên asmanî yên Amerîkayê li Sûriyê

Çavkaniyên Sûriyê ji bombebarankirina çend deverên niştecihbûnê li bakurê wî welatî ji aliyê firokeyên Amerîkayê ve ragihandin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Sûriyê (SANA), çavkaniyên xwecihî ji bajarê Hesekê li bakûra rojhilata vî bajarî îro Înê ragihandin ku çend malên niştecihan li derdora vî bajarî bi hinceta armanckirina terorîstên DAIŞê ji aliyê firokeyên Amerîkayê ve hatine bombebarankirin û di encamê de wêraniyeke berfireh li deverê çêbûye. 

Hevdem; van êrîşên esmanî yên balafirên Amerîkî, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) mal bi mal li derdora zindana El-Sînaa ya li taxa Xuwiyran a Hesekê jî geriyan.

Hikûmeta Sûriyê bi caran di ]andina nameyan ji Encûmena Asayişa Navdewletî û Netewên Yekgirtî re, êrişên esmanî yên Amerîkayê bo ser deverên sivîl bi behaneya şerê li dijî koma têrorîst a DAIŞê protesto kirine û ew êriş binpêkirina serweriya Sûriyê binav kirine.