QSD: Hêzên me girtîgeha Sînaa bi tevahî kontrol kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i331685-qsd_hêzên_me_girtîgeha_sînaa_bi_tevahî_kontrol_kir
QSD`ê bi ragihand ku hêzên wan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran bi tevahî kontrol kir û hemû çeteyên di hundirê wê de radest girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 26, 2022 15:28 Asia/Tehran
  •  QSD: Hêzên me girtîgeha Sînaa bi tevahî kontrol kir

QSD`ê bi ragihand ku hêzên wan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran bi tevahî kontrol kir û hemû çeteyên di hundirê wê de radest girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi bin navê operasyona "Gurzên Gelan" de girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêranê bi tevahî xistin bi kontrola xwe û hemû çeteyên DAIŞ`ê ku di hundirê wê de bûn, radest giritin.
 

QSD`ê diyar kir ku hejmareke din ji çeteyên DAIŞ`ê ku beşdarî şerê li girtîgeha Sînaa bûne, xwe radestî hêzên wan kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmarek din ji çeteyên DAIŞ`ê xwe radestî hêzên wan kirine.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me hejmarek ji çeteyên DAIŞ`ê ku beşdarî şerê li girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran bûne, neçarî xweradestkirinê kirin. Li ser vî bingehî hêzên me operasyonên serdegirtinê li hundirê qawûşên girtîgehê li dar xistin, û di emcamê de beriya kêmî saetekê hejmarek din ji çeteyan xwe radestî hêzên me kirin.

Hêzên me ew çeteyên ku xwe rasdest kirine, birin cihekî ewle."