DAIŞiyên hatine girtin: Plana êrişa Hesekê li Serê Kaniyê hatiye amadekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i331647-daiŞiyên_hatine_girtin_plana_êrişa_hesekê_li_serê_kaniyê_hatiye_amadekirin
Berdevkê berdevkê rêxistina kurdên Sûriyê ya bi navê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê ragihand ku  plana êrişa li ser Hesekê, li bajarê Serê Kaniyê hate danîn ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagirkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 25, 2022 08:23 Asia/Tehran
  • DAIŞiyên hatine girtin: Plana êrişa Hesekê li Serê Kaniyê hatiye amadekirin

Berdevkê berdevkê rêxistina kurdên Sûriyê ya bi navê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê ragihand ku  plana êrişa li ser Hesekê, li bajarê Serê Kaniyê hate danîn ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagirkirin.

Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê diyar kir ku êrişa li ser  Girtîgeha Sînaa ya li Hesekê ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye, li bajarê kurdên sûrî yê Serê Kaniyê hatiye plankirin.

Luqman Ehmê eşkere kir ku ev agahî ji îtîrafên çekdarên DAIŞê yên hatin girtin bidest xistine û bi gotina wî êriş demeke dirêj hatiye amadekirin.

DAIŞiyên hatine girtin îtiraf dikin ku ev plan di bin çavdêriya hikûmeta Tirkiyê de amade bûye.

 Luqman Ehmê herwiha da zanîn ku ji bo êrişê zêdeyî 400 DAIŞî li derdora Girtîgeha Sînaa hatin bicihkirin û di heman demê de beşek ji çekdarên li girtîgehê jî heman amadekarî dikirin, lê şervanên HSDê ew plan pûç kiriye.