Teqîna otombîleke çeteyên ser bi Tirkiyê ve li bakurê Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i331065-teqîna_otombîleke_çeteyên_ser_bi_tirkiyê_ve_li_bakurê_sûriyê
Duh otomobîleke leşkerî ya çeteyên Tirkiyê yên ku navê Artêşa Sûriya Azad li wan kirine li bakurê Sûriyê teqiya.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 31, 2021 06:49 Asia/Tehran
  • Teqîna otombîleke çeteyên ser bi Tirkiyê ve li bakurê Sûriyê

Duh otomobîleke leşkerî ya çeteyên Tirkiyê yên ku navê Artêşa Sûriya Azad li wan kirine li bakurê Sûriyê teqiya.

Li gorî rapora IRNA`yê, Duh tirimbêleka leşkerî ya ku metraliyozeke giran li ser bû ya Çeteyên Tirkiyê li bajarê  Ezazê li parêzgeha Helebê teqiya, lê belê çeteyan derbarê qurbaniyên vê bûyerê ti nûçeyek belav nekirin.

Artêş Tirk bi hevkariya komên çete û terorîst ji sala 2016 ve di encama çend êrişên dirindane zêde ji çar hezar kîlometrên çarkonc ji axa Sûriyê ku çendîn bajar û bajarok û gelek gund tê da ne dagir kirin û li dijî xelkê van deveran bi taybet gelê kurd ê Sûriyê gelek tawanên cengê encam dane û gelek ji wan kuştin û mal û milkên wan zevt kirine.