Çeteyên Tirkiyê li Serê Kaniyê bi dehan dikanên xelkê hilweşandin û talankirin
Komên çete yên ser bi Tirkiyê bi piştgiriya artêşa vî welatî li gundekî Serê Kaniyê ya bakurê Sûriyê 20 dikanên welatiyan hilweşandin û dest danîn ser 30 dikanên din.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Encûmena xwecihî ya Serê Kaniyê gef li xwediyên 50 dikanên li gundê Tel Helef ê li rojavayê Serê Kaniyê xwariye, eger ew dikanan nedin çekdaran, dê wan hilweşînin.
Li gor zanyariyên Rewangehê, piştî gefên Encûmena Xwecihî ya Serê Kaniyê, xwediyên 30 dikanan, dikanên xwe vala kirin û deriyên wan rakirin.
Vê Rewangehê her wiha diyar kir ku xwediyên 20 dikanan biryara Encûmena Xwecihî red kirin, ji ber wê jî komên çete ew 20 dikanên bazirganiyê hilweşandin.
Komên çete bihaneyan digirin ku ev dikan li ser milkên dewletê "giştî" hatine çêkirin. Lê li gor çavkaniyên Rewangehê, ev dukan ji 20 salan ve li wê deverê hatine avakirin, ango ji dema ku rejîm li deverê bû.
Serê Kaniyê ji Mijdara 2019an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên terorîst û çete ve hatiye dagîrkirin, ji wê demê de jî çeteyên dewleta Tirkiyê bi piştgiriya artêşa vî welatî dar destê xwe danîne ser gelek mal û milkên welatiyan.