Çeteyên dewleta Tirkiyê li Efrînê 16 Kurd revandin
Li herêma Efrînê ya bakurê rojavayê Sûriyê 16 welatiyên Kurd bi destê grûpên çete yên girêdayî Tirkiyê hatine girtin û 400 darzeytûn jî hatine birîn.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê got ku roja 18ê Mijdarê, çeteyên Tirkiyê ku navê Polîsên Sivîl lê kirine 6 welatî li gundê Mamila girtine. Di heman rojê de, çeteyên Semerqendê jî, li gundê Kefer Sefrê, 3 welatî girtine.
Li gor heman rêxistinê, 7 welatiyên din ên Kurd ji deverên cuda yên Efrînê bi destê grûpên çete hatine girtin.
Herwiha li gundê Maratê jî, çeteyên Hemzat hinek firaxên nav malan, weke beroş, tencere û betariyên otomobîlên gundiyan dizîne.
Du jinê Kurd ku ji zindanên grûpeke çete hatine azadkirin heta niha bêmal in
Li aliyê din herdu jinên Kurd, Zêneb Ebdo ya 60 salî û Zelîxe Welîd Omer a 30 salî, ku bi bêhişî ji zindaneke Feyleq el-Şam hatine azadkirin heta niha bê cih û mal in.
Piştî ku terorîstên el-Cebhe el- Şamiye tevahiya endamên malbateke Kurd ku ji 9 kesan pêk dihat, ji wan 3 jin û 2 zarokên şîrmij bûn, girtibûn, 2 jin ji girtiyan bi bêhişî azad kiribûn.
Lê ji ber ku çeteyekî polîsên serbazî dest daniye ser mala wê malbatê, ew herdu jin bê mal mane.