Çeteyên Tirkiyê li Efrînê 2 kesên sivîl revandin
Çeteyên ser bi artêşa Tirkiyê ve, bavek û kurê wî li ser rêbendeke bajarê Efrînê yê bakurê rojhilatê Sûriyê revandin û çarenivîsa wan ne diyar e.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çete ya bi navê “Polîsa Azad” roja 12ê Mijdarê Ebdulrehman Hesen û kurê wî Rodî revandin.
Vê rêxistin herwiha diyar kir, Ebdulrehman Hesen û kurê wî Rodî ji gundê Yalanqozê yê navçeya Cindirêsê ne û dema diçûn nexweşxaneyeke Ezazê, li rêbenda Qos a bajarê Efrînê hatin revandin.
lLi gorî ragihandina rêxistinê, ew her du bi tometa ku pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebûn hatine revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çete yên ser bi wê de, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.