Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê gundênTil Temirê topbaran kirin û maleke sivîlan kirin hedef
Mijdar 05, 2021 23:33 Asia/Tehran
Hêzên dagirker gundên Dirdara û Micêbra yên Til Temirê li bakurê Sûriyê topbaran kirin û malek li Micêbrayê wêran kir.
Li gor çavkaniyên nûçeyan ên herêmê, Artêşa Tirkiyê a dagirker û çeteyên wê gundê Dirdara yê dikeve bakurê navenda navçeya Til Temirê yê li ser rêya navçeya Zirganê bi obus û hawnan topbaran dikin. Lê hîn derbarê ziyanên vî gundî ti agahiyek belav nebûye.
Herwiha çavkaniyên hanê ji herêmê ragihand ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê piştî gundê Dirdarayê, gundê Micêbra jî topbaran kirin û malek kirin hedef. Di encmê de tenê ziyanên madî çêbûn.