Mijdar 02, 2021 08:37 Asia/Tehran
  • Çeteyên girêdayî Tirkiyê xwe bo êrişa ser Kobanî amade dikin

Li bajarê Efrînê, çeteyên ser bi Tirkiyê ve ji bo êrîşa li ser navçeyên din ên kurdên Sûriyê xwe amade dikin. Fermandarekî çeteyan dibêje, wan xwe ji bo operasyona li gel Tirkiyê amade kirine û ew dixwazin ji gundê Basûtê yê Efrînê û heta bajarê Qamişlo kontrol bikin.

Li bajarê kurdî yê Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê ku di bin kontrola artêşa tirk û grûpên çeteyên girêdayî Tirkiyê de ye, grûpên çete ligel artêşa Tirkiyê  xwe bo êrîşa ser navçeyên kurdî weke Şehba, Kobanî û Qamişlo amade dikin. Li gor fermandarên serpereştyar, ew li benda glopa kesk in daku dest bi êrîşê bikin.

Fermandarekî çeteyan bi navê Hisên Ehmed Ebû Elî dibêje: “Me hemû amadekariyên serbazî û derûnî bo çekdarên xwe temam kirine, herwiha amadekariyên lojîstîkî, da ku bi alîkariya birayên xwe yên dewleta Tifrkiyê dest bi operasyona serbazî bikin, ji bo em wan navçeyên hevbeş ligel navçeyên rizgarkirî rizgar bikin ku ji Basûte li rojava heta Qamişlo li rojhilat dirêj dibin.”

Ji bo ku hêzên Tirkiyê du salên din li Sûriyê û Iraqê bimînin, hikûmeta Tirkiyê razîbûna parlamenta welatê xwe wergirtiye û ev razîbûn êrîşa ser bakurê Sûriyê jî li xwe digire.

 Hêzên Sûriya Demokratî (HSD) û Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) ji bo rê li ber êrîşa Tirkiyê û grûpên çete bigirin, trajediya Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê dubar nebe, ligel hêzên Rûsya û hikûmetê li navçeyê hevahengiya serbazî pêk anîne, herwiha tê gotin ku Rûsyayê hejmarek firokeyên şer şandin bakurê Sûriyê.

Gefên çete yên girêdayî Tirkiyê di demekê de ne ku li gor raportên çendîn rêxistinên sivîl û Neteweyên Yekbûyî, wan grûpan çendîn binpêkirin û tawan li navçeyên di bin destê xwe de kirine, ji diziyê bigre heta revandin û kuştina xelkê sivîl.

Serepeyv