Mijdar 01, 2021 21:56 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Sûriyê leşkerên xwe dişîne Eyn Îsa

Hikûmeta Sûriyê hejmarekê ji leşkerên xwe dişîne herêma Eyn Îsa li bakurê Reqayê.

Li gorî zanyariyên xwecihî ji bajarokê Eyn Îsa, li bakurê parêzgeha Reqayê, hikûmeta Sûriyê nêzîkî 150 leşkerên xwe ji bajarê Tebqayê, şandine Serbazgeha Lîwaya 93 li herêma Eyn Îsa ya bakurê Reqayê.

Şandina leşkerên Sûriyê bo Eyn Îsayê, hevdem ligel manovrên ezmanî yên leşkerî yê hêzên Rûsyayê, li wê navçeyê bûye.

Ev gava hikûmeta Sûriyê di demekê de ye, ku gundewarê bajarokê Eyn Îsa ji aliyê topxana Tirkiyê û çeteyên wê ve tê armanckirin û gefên Tirkiyê ji bo encamdana operasyonekê li bakur Sûriyê li dijî kurdan zêde bûne.

Her li gorî zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ew manovrên Rûsî bi hevahengî ligel hêzên hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dibin.

Hevdemê wan manovran jî, HSDê hêzên xwe li navçeyên bakurê rojavayê parêzgeha Hesekê û bajarokê Til Temir bêhtir xistine amadekariyê, bi egera encamdana operasyoneke Tirkiyê li wan navçeyan.

Serepeyv