Çeteyên ser bi Tirkiyê li Efrînê 5 endamên malbatekê revandin
Cotmeh 28, 2021 09:15 Asia/Tehran
Çeteyên girêdayî artêşa Tirkiyê ku navê opozîsyona Sûriyê li xwe kirine , li Efrînê 5 kesên sivîl revandin, di nava wan de 2 jin hene.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ya bakurê rojavayê Sûriyê eşkera kir, grûpa bi navê Polîsa Leşkerî ya çeteyên Tirkiyê, roja 25ê Cotmehê 5 kesên sivîl ji malbatê ji bajarokê Şera yê Efrînê revandin ku hîn piştî 3 rojan ti agahiyek ji wan tineye.
Navê kesên ku hatine revandin, ev in: Henan, Nûjîn, Nisrîn, Ehmed û Mihemed Emîn Mûsilî ne.