Çekdarên HSDê li Dêrazorê bi ser çend malên sûriyan girtin
Hêzên Sûriya Demokratîk a kurdên Sûriyê (HSD) bi piştgiriya hêzên dagîrker ên Amerîkî li taxên bakurê Dêrazorê avêtin ser malên hejmarek ji xelkê navçê.
Li gorî Kanala Al-Mayadeen a Lubnanê, HSD roja Sêşemê bi piştevaniya balafirên hêzên dagîrker ên Amerîkî li bajarokê El-Hecna yê li bakurê Dêrazorê avêtin ser malên hejmarek welatiyan û hejmarek welatî birin cihekî ne diyar.
Ev televîziyona dibêje: Çekdarên HSDê ji dikandar û bazirganan pere xwestin.
Di nûçeya hanê de hatiye gotin ku li derdora meydana gazê ya Konîko ya li bakurê Dêrazorê çend teqîn di encama tetbîqatên koalîsyona Amerîkî û HSDê û bikaranîna topxanê de qewmîne.
Kanala hanê herwiha gotiye ku li van çend rojên dawiyê liv û tevgerên HSDê li derdora Reqa, Heseke û Dêrazorê zêde bûne.
Li ser vê yekê HSDê jî daxuyaniyek weşandiye û tê de diyar kiriye ku Yekîneyên Antî-Teror ên HSD`ê ji roja 8 heya 12 Cotmehê li herêmên Hesekê û Dêrazorê 3 operasyonên ewlehiyê li dar xistin û di encamê de 6 terorîstên DAIŞ`ê girtin.
HSDê dibêje: .”Ev operasyon di çarçoveya xebatên domdar û hevbeş di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî yên li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tên lidarxistin, armanc wan jî pûçkirina şaneyên DAIŞ`ê ye û rêgirtina li çalakiyên terorîst ên li dijî sivîlan e.”