Cotmeh 05, 2021 18:07 Asia/Tehran
  • Di ber çavên artêşa Tirkiyê de çeteyên wê li Efrînê 3 sivîlên din revandin

Çeteyên artêşa Tirkiyê ku herêm û bajarê Efrînê dagir kiriye li navçeya Şêrawayê 3 sivîl revandin û îşkence li wan kir.

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê li herêmên dagirkirî yên Sûriyê revandina sivîlan didomînin.

Çavkaniyekê ji Herêma Efrînê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên koma El-Hemzat 3 welatiyên ji gundê Fafirtîn ê navçeya Şêrawayê revandin û îşkence li wan kir.

Li gorî çavkaniyan kesên hatine revandin ev in; Ekrem Hisên, Mihemed Xalid û hevjîna wî Nazê Omer Ehmed.

Çavkaniyê destnîşan kir ku çeteyan piştî ku îşkence li Nazê Omer Ehmed kir, ew serbest berdan

Serepeyv