Di teqîna bi hêz a li Efrînê herî kêm 3 kes hatin kuştin
Îlon 06, 2021 09:18 Asia/Tehran
Li bajarê kurdan ê Efrînê yê bakurê rojavayê Sûriyê teqînek qewimî û herî kêm 3 kes hatin kuştin.
Duh danê êvarê li nav bajarê kurdî yê Efrînê de ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ew dagir kiriye otomobîlek hat teqandin.
Walîtiya bajarê Hatay yê Tirkiyê, ku dewleta Tirkiyê birêvebirina herêma Efrînê spartiye wê, li ser vê teqînê ragihandiye, di wê teqînê de 3 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn ku 3 ji wan zarok in.
Gelê kurd ê Sûriyê teqînê wiha di nav xelkê sivîl de karê çeteyên Tirkiyê dizanin ku bi hevahengiya artêşa Tirkiyê pêk tên da ku xelkê kurd ê deverê neçar kin ku ji wir koç kin da ku malbatên ereb û tirkmen û malbatên çeteyan li wir bi cih bikin.