Li Herêma Kurdistanê 2 hezar û 10 kes bi Koronayê ketin
Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 2 hezar û 10 kes bi vîrusa Koronayê ketin û 16 nexweş bi koronayê jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 235 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûn.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê dawîn amarên taybet bi vîrusa coronaya nû (Covid-19) belav kirin.
Li gor amarên hatine belavkirin di dawîn 24 demjimêran de 12 hezar û 310 pişkinînên Koronayê hatin kirin û di encama wan pişkinînan de 2 hezar û 10 pêketiyên nû yên Koronayê hatin destnîşankirin.
Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di nava 24 demjimêran de 2 hezar û 259 nexweşên Koronayê baş bûne.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere jî kir ku di heyama rojekê de li Hewlêrê 8, Silêmanyê 4 û Duhokê 4 bi giştî 16 kes bi wê nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye.
Li gel dawîn amaran, heta niha li Herêma Kurdistanê 2 milyon û 839 hezar û 6 pişkinînên Koronayê hatin kirin, ji wan 275 hezar û 134 kes tûşî vîrusa Koronayê bûne û ji wê hejmarê jî, 292 hezar û 49 kes baş bûne û 5 hezar û 378 tûşbûyên Koronayê jî jiyana xwe ji dest dane.