Îstixbarata dewleta Tirkiyê li Mabatayê 2 sivîl revandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i328472-Îstixbarata_dewleta_tirkiyê_li_mabatayê_2_sivîl_revandin
Îstixbarata dewleta Tirkiyê a ku gelek navçe li Sûriyê dagir kirine 2 sivîl ji gundê Birîmce yê kantona Efrînê ya dagirkirî revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 24, 2021 19:10 Asia/Tehran
  •  Îstixbarata dewleta Tirkiyê li Mabatayê 2 sivîl revandin

Îstixbarata dewleta Tirkiyê a ku gelek navçe li Sûriyê dagir kirine 2 sivîl ji gundê Birîmce yê kantona Efrînê ya dagirkirî revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Li gorî çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî, duh îstixbarata dewleta Tirkiyê 2 sivîl ji gundê Birîmce yê navçeya Mabatayê revandin.

Li gorî çavkaniyan navên kesên revandî wiha ne; Elî Elî û Mihemed Mistefa Hemo.

Her wiha heman çavkaniyan destnîşan kir ku îstixbarata dewleta Tirkiyê (MIT) her du sivîl ber bi cihekî nediyar ve birine û heta niha aqûbeta wan ne diyar e.