Ji ber ketina çend mûşekan li navenda Efrînê, çend kes hatin kuştin û birîndar bûn
Tebax 18, 2021 18:54 Asia/Tehran
Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand, îro saet 14:30 hejmarek mûşek li nava bajarê Efrînê ketin.
Li gor jêderên nûçeyan, roket û gullên topan li nava taxa sivîlan û benzînexaneyekê ketin û agir bi benzînxaneyê ket.
Li gor zanyariyên destpêkê, di encama ketina mûşekan de, 3 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûne. Tê gotin, kesên hatine kuştin, jinek, zarokek û zilamek in.
Li gor zanyariyên xwecihî, roket top ji aliyê navçeyên bakura Helebê a Sûriyê ve hatine avêtin.