Dewleta Tirkiyê çend deverên Sûriyê yên ku artêşa vî welatî li wir in, topbaran kirin
Tebax 04, 2021 22:14 Asia/Tehran
Artêşa Tirkiyê ji deverên dagirkerkirî piştî topbarankirina gundê Dirdara û Şinanê vê carê nuqteyên hikumeta Sûriyê li gundê Ebûş û gundê Um El-Kêf topbaran dike.
Artêşa Tirkiyê û terorîstên ku jê piştgiriyê dike ji deverên dagirkirî yên Sûriyê nuqteyên hêzên Sûriyê yên li gundê Ebûş ê li ser riya navça Ziraganê yê bakurê navçeya Til Temirê dan ber gulleyên topan û hawanê.
Heta niha tu agahî der barê zirar û ziyanên canî û madî yên van êrişên artêşa tirk û çeteyên wê nehatin bidestxistin.
Her wiha dewleta Tirkiyê gundê Um El-Kêf ê rojavayê navçeya Til Temirê jî topbaran dike.
Li gorî agahiyan, ji ber dijwariya topbaranê şêniyên wan gundan koçber dibin.