Bakurê Sûriyê; Li Qamişloyê 2 jin di teqînekê de birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i327991-bakurê_sûriyê_li_qamişloyê_2_jin_di_teqînekê_de_birîndar_bûn
Li tax Tey a bajarê Qamişloyê teqînek pêk hatibû û di encamê de du jin birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 01, 2021 10:22 Asia/Tehran
  •  Bakurê Sûriyê; Li Qamişloyê 2 jin di teqînekê de birîndar bûn

Li tax Tey a bajarê Qamişloyê teqînek pêk hatibû û di encamê de du jin birîndar bûn.

Li gorî rapora Kurdistan24ê, Li taxa Tey a bajarê Qamişloyê teqînek pêk hatibû û di encamê de du jin birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) di daxuyaniyekê de ragihand, duhî 31'ê Tîrmehê, li taxa Tey a bajarê Qamişloyê du mayîn hatin teqandin û di encamê de 2 jin birîndar bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe de tekez kir, ew bi baldarî li hemberî hewldanên derxistina fitneyan û têkbirina ewlekariya bajarê Qamişloyê û gundewarên wê dixebitin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn her wiha ragihand: “Em ê bi pey hemû şaneyên terorîst bikevin heta wan bigirin da ku ji ber van kiryaran cezayê xwe bistînin.”