Ciwan Mistefa: 17 hezar û 500 derziyên li dijî Koronayê gihiştine me
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i326680-ciwan_mistefa_17_hezar_û_500_derziyên_li_dijî_koronayê_gihiştine_me
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 17 hezar û 500 derziyên vaksîna "AstraZeneca" yên li dijî vîrusa Koronayê (Covid-19) ku ji aliyê WH'yê hatin şandin, gihiştin Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 30, 2021 05:27 Asia/Tehran
  • Ciwan Mistefa: 17 hezar û 500 derziyên li dijî Koronayê gihiştine me

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 17 hezar û 500 derziyên vaksîna "AstraZeneca" yên li dijî vîrusa Koronayê (Covid-19) ku ji aliyê WH'yê hatin şandin, gihiştin Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê a bi navê 'Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê' Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, peywendiya wan bi Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê re didome û got, erkê rêxistinê ye ku xizmetên tenduristiyê bide gelên cîhanê, bi taybet piştî ku vîrûsa Koronayê derket.

Dr. Ciwan Mistefa got jî: "Erkê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ye ku derziyan pêşkêşî hemû gelên cîhanê bike. Em wekî Desteya Tenduristiyê ji bo parastina tenduristiya gelan bike û mafên xwe yên tenduristiyê bistînin, me ked da heta ku 17 hezar û 500 derzî ji herêmê re hatin şandin."

Herwiha Dr. Ciwan Mistefa anî ziman ku ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê soz da ku dê hejmareke din a derziyan ji war re bişîne.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê got jî, pêwîstiya herêmê bi nêzî 1 milyon derzî heye.