May 29, 2021 20:49 Asia/Tehran
  • Budceya ku Pentagon ji bo HSDê daxwaz dike diyar bû

Wezareta Berevaniya Amerîkayê, ji bo xerciyên berevaniyê bo sala 2022, daxwaza 715 milyar dolaran dike ku beşa 522 milyon dolar bo “programa meşq-pirçekkirin a ji bo girtina pêşiya DAIŞê” li Iraq û Sûriyê terxan kirine. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî beşek ji wê programê ne.

Li ser daxwaza Serokê Amerîkayê Joe Biden, projeya budceya federalî pêşkêşî Kongresê hat kirin û îdareya Biden ji bo xerciyên berevaniyê ya sala darayî ya 2022an daxwaza 715 milyar dolaran kiriye.

Yek ji wan birgeyên budceyê ku balê dikişîne, programa meşq-pirçekkirinê ye ku di çarçova pêşîgirtina DAIŞê de li Iraq û Sûriyê destpê kiribû.

Tevî ku rêxistina DAIŞê bi rêjeyeke berçav têk çûye, lê dabînkirina budce bo programa meşq-pirçekkirinê bo pêşîgirtina wê rêxistinê berdewam e ku sala 2017an di serdema Serokê Berê yê Amerîkayê Barack Obama de li budceya berevaniyê hatibû zêdekirin.

Li gor budceya hatiye pêşkêşkirin, ji wan 522 milyon dolarî ku hatiye daxwazkirin, 345 milyon dolar bo hêzên ewlekarî yên Iraqê û 177 milyon dolar jî bo wan kes û grûpên Sûrî ne ku di riwangeya Amerîkayê de “bê kêşe” ne û ev yek jî HSDê li xwe digire.

Beşa wî pereyî sala 2021an zêdetirî 700 milyon dolar bû bi gotina Pentagonê.

Li gel wê jî, pişka 370 milyon dolar di bin navê piştevaniya asayişa sînorê welatên cîranên Sûriyê de hatiye daxwazkirin ku 150 milyon dolar bo Urdinê û 220 milyon dolar jî bo welatên din hatine danîn.

Di budceya berevaniyê ya sala 2020an de, HSDê 250 milyon dolar ji alîkariyên Amerîkayê bo piştevaniya grûpên Sûrî û 300 milyon dolar jî ji birgeya asayişa sînor bidest xistin.

Serepeyv