Beşar Esed: Helbijartina min tê wateya penase kirina niştimanperweriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i326658-beşar_esed_helbijartina_min_tê_wateya_penase_kirina_niştimanperweriyê
Serokomarê Sûriyê ji ber serkeftina xwe ya di helbijartinên serokatiya Sûriyê, ev serkeftin wek pênase kirina niştimanperweriyê da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 29, 2021 09:13 Asia/Tehran
  • Beşar Esed: Helbijartina min tê wateya penase kirina niştimanperweriyê

Serokomarê Sûriyê ji ber serkeftina xwe ya di helbijartinên serokatiya Sûriyê, ev serkeftin wek pênase kirina niştimanperweriyê da zanîn.

Roja 26.05.2021ê helbijartinên serokomariyê ya Sûriyê li bajarên wî welatî û li bajarên Qamişlo û Hesekê yên bakurê rojhilatê Sûriyê birêve çû.

Di helbijartinan de herdu namzedên din ên Sûriyê Ebdula Ebdula û Mehmûd Meriî rikberiya serokê rejîmê Beşar Esed kirin. Hat ragihandin ku Beşar Esed zêdetir ji sedî 95ê dengan bidest xistin û ji bo 7 salên din bû serokomarê Sûriyê.

Beşar Esed di yekem gotara xwe ya piştî serkeftina helbijartinê de got: ‘’Dubare helbijartina min, pênaseya niştimanperweriyê ye.’’

Serokomar Sûriyê ku li gor destûrê 7 salên din jî serokomariya Sûriyê dê bike, alî û milîsên dijberên xwe wek ‘’Çêlek’’ pênase kir û ragehand: ‘’Cudayiya me şoreşgeriye li gel çêlekekî giya dixwa.’’