Li Efrîna dagirbûyî teqînek pêk hat; Zarokek birîndar bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i326450-li_efrîna_dagirbûyî_teqînek_pêk_hat_zarokek_birîndar_bû
Li bajarê Efrînê yê bakurê Sûriyê bombeyek teqiya û di encama bûyerê de zarokek birîndar bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 20, 2021 08:53 Asia/Tehran
  • Li Efrîna dagirbûyî teqînek pêk hat; Zarokek birîndar bû

Li bajarê Efrînê yê bakurê Sûriyê bombeyek teqiya û di encama bûyerê de zarokek birîndar bû.

Li gorî nûçeya Kurdistan 24ê, Jêderekî ji bajarê dagirkirî yê Efrînê ji K24ê re ragihand; li nêzîkî xaçerêya Newroz a li navenda Efrînê bombeyek teqiya û zarokek birîndar bû.

Ji dema ku artêşa Tirkiyê herêma Efrînê dagir kiriye, li nav bajêr car caran teqîn çêdibin û di encama teqînan de welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.

Efrîn ji 18ê Adara 2018an ve di bin dagirkeriya artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê de ye.