May 14, 2021 08:23 Asia/Tehran
  • HSD:Li derdora Dêrazora Sûriyê 39 terorîstên DAIŞî hatin destesrkirin

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku şaneyên DAIŞê ku Dixwestin di rojên cejna Remezanê de “êrişên terorîstî” lidarbixin hatin desteserkirin.

HSD bi daxuyaniyekê ragihand ku duh Pêncşemê 13ê Gulana 2021ê serê sibehê hêzên wan li bajarokê Şihêl ê Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞê operasyonek pêk anîn.

Li gor daxuyaniyê 39 endamên DAIŞê ku dixwestin di rojên cejnê de “êrişên terorîstî” lidarbixin hatin desteserkirin.

HSDê herwiha da zanîn ku wan dest daniye ser çek û kelûpelên serbazî yên wê şaneyê.

Du daxuyaniya HSDê de wiha hate gotin: “Îro (Pêncşemê) di seetên sibê de li bajaroka Şihêl a girêdayî Dêrazorê, li hember şaneyên DAIŞê ku dixwestin di cejnê de êrişên terorî lidar bixin, operasyonek hat lidarxistin. Di encamê vê operasyonê de 39 çete hatin girtin. Herwiha çek û amûrên bi wan re hatin desteserkirin.”

Serepeyv