Nîsan 14, 2021 15:49 Asia/Tehran
  •  Li Lazîqiyê 2 endamên hêzên hikumeta Sûriyê û çendîn çeteyên Tirkiyê hatin kuştin

Li gundewarên Lazîqiyê 2 endamên hêzên hikumeta Şamê ji aliyê çeteyên dewleta Tirkiyê ve hatin kuştin. Hêzên hikumeta Şamê jî li gundewarên Idlibê nuqteyên çeteyan topbaran kirin û gelek ji wan kuştin û birîndar kirin.

Şeva din, hêzên hikumeta Şamê herêmên li Bênîn, derdora Bare, Kensefra û Sifhohin ên Çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê topbaran kirin. Her wiha deverên li Qilêdîn û Enkawî yên Sehil Xab a Hemayê bi çekên giran kirin hedef û gelek çete kuştin û birîndarkirin, lê hejmara rast a wan hîn diyar nebûye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihand ku çeteyên dewleta Tirkiyê di çend saetên dawîn de navendên hêzên hikumetê yên li derdorê Çiyayê Ekrad(Kurmênc) ê bakurê Lazîqiyê kirin hedef û di encamê de 2 endamên hêzên hikumetê jî hatin kuştin.

Duh jî SOHR`ê ragihandibû ku çeteyên “Odeya Operasyonên El-Fetih El-Mûbîn” wesayîteke girêdayî hêzên hikumeta Şamê li derdora gundê El-Melace yê Idlibê kiriye hedef û diyar kiribû ku agahiyên li ser kuştî û birîndaran jî hene.

Serepeyv