Piştî DAIŞ’ê 59 kes revandin, jê 46 kes serbest berdan
Terorîstên DAIŞ`ê 46 kesên ku duh revandibûn, serbest berda û 13 endamên hêzên hikumeta Şamê û kesên ku di aliyê ewlekariyê de bi wan re hevkar bûn girtî man.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê êrişî navçeya Aqîrebat a rojhilatê gundewarê Hemayê ya di nava beyara Sûriyê de kir. SOHR`ê eşkere kir ku kesên ku duh hatibûn revandin û li cem çeteyan bûn hejmara wan gihaşt 40 kesan, anku hejmara giştî ya ku duh li herêma El-Ziwêna hatibûn revandin 59 kes bûn, ku ew jî polîs, hevkarên bi saziyên hikumeta ewlehiyê û sivîl bûn.
SOHR`ê ragihand ku DAIŞ`ê bi zanabûn 46 kes serbest berdan û 13 polîs û hevkarên bi saziyên ewlehiyê re girtî hiştin, her wiha piştî çeteyên DAIŞ`ê gulle berdan, endamekî saziyên ewlekariyê birîndar bû û ji ber birînê mir. Li aliyekî din jî hin kuştiyên din ji polîst û çekdarên herêmî hene.
Çeteyên DAIŞ`ê duh êrişî beyara Sûriyê kiribû, di heman demê de êrişî herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de yên li herêma El-Ziwêna û herêmên din ên li navçeya Aqîrîbat a rojhilatê gundewarê Hemayê kir. Di encama wê êrişê de kuştî û birîndarên hikumeta Şamê çêbûn.
SOHR`ê ragihandibû ku çeteyan 8 polîs dîl girtin û 11 kesên din ên ji navçeya El-Sain revnadin û 40 kesên din jî windayî ne.