Nîsan 03, 2021 16:34 Asia/Tehran
  •  Li Efrînê di mehekê de herî kêm 44 sivîl ji aliyê  çeteyên Tirkiyê ve hatin revandin

Li bajarê Efrînê yê kurdên Sûriyê ku dewleta Tirkiyê û çeteyên wê ew dagir kirine û piraniya kurdên wê neçarkirine koç bikin, meha borî herî kêm 44 sivîl ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve hatine revandin.

 Li bajarê Efrînê yê bakurê rojavayê Sûriyê, meha borî herî kêm 44 sivîl ji aliyê çeteyên ser bi Tirkiyê ve hatine revandin.

Navenda belgekirina binpêkariyan a li deverên kurdî yên Sûriyê ragihandiye; di meha Adara îsal de herî kêm 44 welatiyên Kurd yên sivîl li Efrîn û bajarok û gundên wê ji aliyê çeteyên ser bi Tirkiyê ve hatine revandin.

Li gorî raporta navendê, bi giştî ji destpêka sala 2021ê ve heta niha herî kêm 201 kesên sivîl li herêma Efrînê hatine revandin.

Navenda belgekirina binpêkariyan daye zanîn ku ji destpêka dagîrkirina Efrînê û deverên din yên kurdnişîn ji aliyê hêzên Tirkiyê ve heta niha, 7 hezar û 825 kes hatine revandin, hezar û 120 kes hatine îşkencekirin ku 145 kes ji wan hatine kuştin. Di teqîn û êrîşan de jî 2 hezar û 390 kes hatine kuştin.

Tevî revandin, kuştin û îşkencekirinê, dizî û talana mal û milkê kurdan jî ji aliyê Artêşa Tirkiyê û  çeteyên ser bi vî welatî ve berdewam in.

Serepeyv