Çekdarên ser bi Tirkiyê ve êrişî gundekî li rojhilatê Qamişlo kirin
Adar 26, 2021 15:13 Asia/Tehran
Grûpên çete yên ser bi Tirkiyê ve gundê Girkê Zêra li rojhilatê Qamişlo kirin armanc.
Li gor zanyariyan di encama wê êrişa Tirkiyê û çeteyên wê ve, 10 serên pez li gundê navborî bi gulleyên hêzên Tirkiyê mirar bûn, vê yekê nerazîbûnek ji aliyê xelkê gund li pey xwe anî.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ew êrişa Tirkiyê û çeteyan, duh Pêncşemê, 25 Adara 2021 pêk hat.
Ev di demekê de ye ku roja 6ê vê mehê jî, hêzên Tirkiyê gundê Şorik li Amûdê li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê kiribûn armanc.
Piştî vê êrişa hêzên Tirkiyê û çeteyên wê 2 zirxpoşên Rûsî berê xwe dabûn gundê navborî.