Tirkiyê û çeteyên wê Eyn Îsa topbaran kir, kuştî û birîndar hene
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku çekdarên bi ser Tirkiyê dewrûberên Eyn Îsa topbaran kirine û di encamê de zarokek jiyana xwe ji dest dane û 5 sivîl jî birîndar bûne.
Berpirsê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) got: Di encama topbarankirina gundê bi ser Eyn Îsa de ji aliyê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê hejmarek hemwelatî bûne qûrbanî.
Berpirsê çapemenî û karûbarên giştî yê HSD Mistefa Balî li ser twitterê daxuyaniyek belav kir tê de got “Careke din ew navçeyên li derveyî Eyn Îsa ku xelk tê de dijîn bûne armanca êrişa artêşa tirk û çeteyên wê. Di encama topbarankirinê de zarokek jiyana xwe ji dest daye û hermarek hemwelatiyên sivîl jî birîndar bûne. Êrişên Tirkiyê careke din binavahî kirine armanc û jiyana xelkên sivîl dike metirsiyê.”
Di demên dawî de çekdarên ser bi Tirkkiyê êrişên xwe yên li ser nevçeyên ku di bin destê HSDê de zêde kirine.
Herwiha HSDê diyar kir ku wan êrîşeke çekdarên opozisyona Sûriyê li eniya Eyn Îsayê têkşikandine û zêdeyî 15 serbazên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê kuştine û 8 jî birîndar kirine.
Bajarokê Eyn Îsa ku xwedî girîngiyeke stratejîk e, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqa ye, 66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobanê ye û 30 kîlometreyan ji navenda bajarê Girê Spî dûr e, ew jî di bin destê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdaran de ye.
Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê ku li ser rêya navdewletî ya M-4 Rodko ye. Rêya M-4 Devera Cizîrê a kurdên Sûriyê bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girêdide.