Adar 18, 2021 10:54 Asia/Tehran
  • 3 sal dagirkirin, wêrankirin û sûcên hovane bi ser Efrînê desrbas bûn

Şêniyên Efrînê di dirêjahiya 58 rojan de li hemberî êrişên dijwar ên dewleta Tirkiyê yên li dijî bajarê xwe li ber xwe dan. Ev êriş jiyana şêniyan serûbinî hev kir. Şahidên êrişan gotin: Dewleta Tirkiyê hovantirîn sûc pêk anîn.

Piştî berxwedana 58 rojan, artêşa tirk û çeteyên dewleta Tirkiyê derbasî navenda bajarê Efrînê bûn û ev bajar bi şêwazeke hovane dagir kirin, peykara Kawa Hesinkar xist xwarê û destpêkirina serdemeke nû ya teror û sûcan ragihand ku bi koçberkirina şêniyan destpê kir.

Bi derbasbûna artêşa tirk û çeteyan nav Efrînê û piştî koçberkirina piraniya niştecihên wê yên resen û bi cihkirina çeteyan li şûna wan, hêzên artêşa tirk û çeteyan milkên şêniyan talan kirin, li dû hev dest bi sûcan kir. wêranî û fesadî lê belav kirin.

Di dirêjahiya 3 salên dagirkirinê de, şêniyên Efrînê yên ku bi zorê ji warên xwe koçber bûne, di kampên koçberiyê de li Şehbayê gelek azar kişandin ku dem demê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tê topbarankirin.

Lê yên mayî jî, ji ber hovîtiya dewleta Tirkiyê û çeteyên wê azar û zehmetiyên cuda kişandin ku li dijî wan sûcên hovane mîna destavêtin, revandin, kuştin, girtin, talankirin, ferzkirina baçan, şewitandina daran, desteserkirina zeviyan, wêrankirina cihên dîrokî û olî pêk tên.

Serepeyv