Li Serê Kaniyê teqîn/ çend kes hatin kuştin û birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i324407-li_serê_kaniyê_teqîn_çend_kes_hatin_kuştin_û_birîndar_bûn
J ber teqîna erebeyeke bombebarkirî li Serê kaniya kurdên Sûriyê çend kes htin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 25, 2021 17:28 Asia/Tehran
  • Li Serê Kaniyê teqîn/ çend kes hatin kuştin û birîndar bûn

J ber teqîna erebeyeke bombebarkirî li Serê kaniya kurdên Sûriyê çend kes htin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.

Li bajarê Serê Kaniyê ku ji aliyê dewleta Tirkiyê û çeteyên wê dagirbûye, teqînek pêk hat. Di teqînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên ajansa Sky Newsa Erebî wesayîtek bombebarkirî li sûka mirîşkan a li bajarê Serê Kaniyê ya dagirkirî hate teqandin.

Hate ragihandin ku di encama teqînê de 4 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn û gelek xisarên malî li deverê ket .

Çavkaniyên navçê dibêjin dewleta Tirkiyê ji bo koçandina kurdan ji bajarê wan û bicihkirina tirkman û ereban û malbatên çeteyan dewsa wan, dest davêje teqînên wiha.