Mezlûm Ebdî êrişa bin roketan li ser Hewlêrê şermezar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i324159-mezlûm_ebdî_êrişa_bin_roketan_li_ser_hewlêrê_şermezar_kir
Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî êrişa li ser bajarê Hewlêrê û balafirgeha wê ku duh pêk hat, şermezar kir û destnîşan kir ku armanca êrişê derbkirina aramiya Herêma Kurdistanê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 16, 2021 13:07 Asia/Tehran
  • Mezlûm Ebdî êrişa bin roketan li ser Hewlêrê şermezar kir

Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî êrişa li ser bajarê Hewlêrê û balafirgeha wê ku duh pêk hat, şermezar kir û destnîşan kir ku armanca êrişê derbkirina aramiya Herêma Kurdistanê ye.

Li gorî rapora ajansa Hawar Newsê (ANHA), Duh bajarê Hewlerê û balafirgehê wê rastî êrişeke bi moşekan hat û di encama wê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî di nav de leşkerekî Amerîkayê birîndar bû.

Têkildarî mijarê, Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî li ser twitterê peyamek da û ev êriş şermezar kir.