NY daxwaz ji welatên cîhanê dike zarokên li Kampa Holê li Sûriyê werbigirin
Du berpirsên rêxistina Netewên Yekbûyî (NY) daxwaz ji welatên cîhanê dikin wan zarokên çekdarên DAIŞê yên li kampên di bin kontrola HSDê de werbigirin.
Vladîmîr Voronkov, Cîgirê Sekreterê Giştî yê NYê bo Rûbirûbûna Teror, ji endamên Encûmena Asayişa Navdewletî ragihand, rewşa zarokên li Kampa Holê gelek xirab e û amaje bi wê jî kir, nêzikî 27 hezar zarok li wê kampê “asê mane” û metirsî heye ku DAIŞê karîgerî li ser bike û bibin kesên radîkal.
Kampa Hol wek mezintirîn kampa koçber û penaberan li rojhilatê Sûriyê tê zanîn û nêzîkî 62 hezar kes tê de ne. Nêzîkî ji %80ê wan jin û zarok in û piraniya wan jî piştî kontrolkirina Baxoz ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve, bow ê kampê hatibûn veguhastin.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê NYê bo Rûbirûbûna Teror ragihand, ew zarokên li wê kampê, xelkê 60 welatan in û berpirsyariya wan jî di stûyê wan welatan de ye, ne ku Sûriye û HSD û herwiha got jî, divê hikûmeta wan welatan berpirsyariya xwe cîbicî bike û wan zarokan werbigirin.
Wî berpirsê NYê amaje bi wê jî kir ku heta niha hinek welatan nêzîkî hezar zarok ji Kampa Holê vegerandine welatên wan.
Vladîmîr Voronkov ragihand, ew kesên temenê wan li bin 14 sal e, nabe destbiserkirîbin, nabe bên dadgehkirin jî, herwiha tekez kir ku eger ew zarok ji aliyê civakê ve bên piştevanîkirin dê bikarin bi ser xirabiyên jiyana xwe de zal bibin.
Hevdem vê yekê Nûnera taybet a NY li karûbarên zarokan Vêrcînya Gamba got, nabe wek metirsiyeke di warê emnî de reftar li gel wan zarokan bê kirin û pêwîst e desteserkirin dawîn rê be bo wan zarokan.