Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 7 kesên din ji ber koronayê jiyan xwe ji dest da
Çile 29, 2021 09:18 Asia/Tehran
Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 13 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û 7 kesan jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa, kesên bi vîrusa koronayê ketine 9 mêr û 4 jin in û ji van bajaran in:
Hesekê: 1
Qamişlo: 2
Dêrik: 1
Reqa: 3
Tebqa: 3
Dêrazor: 3
Ciwan Mistefa diyar kir ku 7 kesên din jî jiyana xwe ji dest daye û 8 kes jî baş bûne.
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 8 hezar û 463 kes bi vîrusa koronayê ketine, ji wan 296 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 210 kes jî baş bûne.