Sê endamên PKK û YPGê li bakurê Sûriyê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i323396-sê_endamên_pkk_û_ypgê_li_bakurê_sûriyê_hatin_kuştin
Sê endamên PKK û YPGê li bakurê Sûriyê hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 21, 2021 10:29 Asia/Tehran
  • Sê endamên PKK û YPGê li bakurê Sûriyê hatin kuştin

Sê endamên PKK û YPGê li bakurê Sûriyê hatin kuştin.

Li gorî rapora TRT'yê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku van kesan ji navçeya Til Refetê dil hebûn êrîşî ser navçeya operasiyonî ya Mertala Firatê li bakurê Sûriyê bikin û tûşî berteka hêzên artêşa Tirkiyê bûn.

Artêşa Tirkiyê bi behaneya şerê dijî têrorîsmê, ji du salan beriya niha va hin beşên bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê dagir kirine û komeke çekdarên Tirkiyê hema wisa li nav navçeyan in.

Destdirêjiya artêşa Tirkiyê ser bakurê Sûriyê tûşî şermezarkirina gel û dewleta Sûriyê û civaka cîhanî bûye.

Enqere YPGê wek baska PKKê dizane û ev her du wek terorîst dane nasandin.