Li bakur û rojhilatê Sûriyê 25 kesên din bi Koronayê ketine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i323104-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_25_kesên_din_bi_koronayê_ketine
Li bakur û rojhilatê Sûriyê 25 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û kesekî jî bi wê vîrûsê can xwe ji dest daye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 11, 2021 17:03 Asia/Tehran
  • Li bakur û rojhilatê Sûriyê 25 kesên din bi Koronayê ketine

Li bakur û rojhilatê Sûriyê 25 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û kesekî jî bi wê vîrûsê can xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiya bakur û rojhilatê Sûriyê amarên nû yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, kesekî bi wê vîrûsê canê xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiya bakur û rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa, ragihand, 25 haletên pêketina bi Koronayê hatine tomarkirin. Ji wan, 5 kes li Hesekê, 3 kes li Qamişlo, 5 kes li Dêrikê, 3 kes li Kobanê, 4 kes li Reqayê, 1 kes li Minbicê û 1 kes li Şehbayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir, 5 kesên din ji wê nexweşiyê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li bakur û rojhilatê Sûriyê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8252 kesan, ji wan 1163 kes baş bûne û 284 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.