Li bakur û rojhilatê Sûriyê: 4 kesên din bi Koronayê mirine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i322681-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_4_kesên_din_bi_koronayê_mirine
Li bakur û rojhilatê Sûriyê 43 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 4 pêketiyên Koronayê jî mirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 28, 2020 17:09 Asia/Tehran
  • Li bakur û rojhilatê Sûriyê: 4 kesên din bi Koronayê mirine

Li bakur û rojhilatê Sûriyê 43 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 4 pêketiyên Koronayê jî mirine.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Li bakur û rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa amarên nû yên vîrûsa Koronayê belav kirin û ragihand, 4 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, 43 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Haletên hatine tomarkirin wiha ne: 4 kes li Hesekê, 3 kes li Qamişlo, 26 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 1 kes li Amûdê, 2 kes li Kobaniyê, 10 kes li Tebqayê, 3 kes jî li Minbicê, 7 kes li Reqayê û 2 kes li Şehbayê ne.

Herwiha Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 saetan de 8 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 7955 kesan, ji wan 1130 kes baş bûne û 271 kesan jî canê xwe ji dest dane.