Hikûmeta Sûriyê şewitandina kampa penaberên Sûrî li Lubnanê şermezar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i322661-hikûmeta_sûriyê_şewitandina_kampa_penaberên_sûrî_li_lubnanê_şermezar_kir
Hikûmeta Sûriyê êrîşa li ser kampeke penaberên Sûrî û şewitandina wê kampê li Lubnanê şermezar kir û daxwaz ji hikûmeta Lubnanê kir, jiyana penaberan biparêze û erkên xwe li hember wan bicih bîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 28, 2020 04:41 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Sûriyê şewitandina kampa penaberên Sûrî li Lubnanê şermezar kir

Hikûmeta Sûriyê êrîşa li ser kampeke penaberên Sûrî û şewitandina wê kampê li Lubnanê şermezar kir û daxwaz ji hikûmeta Lubnanê kir, jiyana penaberan biparêze û erkên xwe li hember wan bicih bîne.

Li bajarokê Miniye yê ser bi parêzgeha Teralbosa Lubnanê ve çend kesên Lubnanî agir berdane kamepeke penaberan û di encam de ew kamp bi temamî hate şewitandin.

Di nav wê kampê de 90 kon hebûn, hemû kelûpel şewitîn û hejmarek ji wan penaberan jî birîndar bûn, birînên hinek ji wan giran e.

Di vê derbarê de Wezareta Derve ya Sûriyê daxuyaniyek belav kir û tê de bi tundî êrîşa li ser wê kampê şermezar kir û daxwaz ji dezegeha dadwerî û dadê ya Lubnanê û dezgehên pêwendîdar kir, jiyana penaberan biparêzin û bi berpirsyarane bi rola xwe rabin.

Wezareta Derve ya Sûriyê ev bûyer weke firsendek dît û daxwaz ji penaberan Sûriyê kir, ku vegerin welatê xwe û tekez kir, ji bo vegera wan dê Hikûmeta Sûriyê hemû asankariyan bike û jiyaneke bi rûmet li nav Sûriyê ji wan re dabîn bike.