Kanûn 24, 2020 22:42 Asia/Tehran
  • Şer û berxwedan li gundên Eyn Îsayê didome

Artêşa Tirkiyê û şeteyên wê bajarokê Eyn Îsayê ya parêzgeha Reqaya Sûriyê û gundên wê bombebaran û topbaran dikin. Fermandarak li Eyn Îsayê got, “Emê bersivê bidin êrîşan, em nahêlin ku dijmin têkeve axa me.”

Artêşa Tirkiyê tevî çeteyên xwe bombeyan li gundên El Mişêrfê û Cehbel ên li rojhilatê Eyn Îsayê dibarînin ev gundana ketine 2 kîlometriya Eyn Îsayê. 

Gelê navçê li hemberî van êriş û dagirkeriyên artêşa Tirkiyê û terorîstên wê xwepêşandan lidar xistin.

Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê di rojên dawîn de êrîşî Eyn Îsayê dike ji bo ku riya stratejîk a M4 dagîr bike. Şervanên HSD’ê li ber xwe didin û nahêlin ku dagirker têkevin herêmê.

Yek ji fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Reqayê Emmar Ekaş ê ku di nav Tûgaya Kobanê cih digire li gundê Cehbelê li ber xwe dide. Ekaş got, “Şervanên me wê tevî gelên herêmê wê nehêlin ku dagirker têkevin vê axê. Em ji bo parastina ax û gelê xwe, li vir in. Tu nêta me tune em êrîşî tu kesan bikin. Tekane armanca me, parastina axa me ye. Em ê bersivê bidin hemû êrîşên li ser herêma xwe. Moralê me bilind e û em bawer in em ê bi ser bikevin.”

Serepeyv