Kanûn 22, 2020 02:55 Asia/Tehran
  • Fermandarekî HSDê: Li Eyn Îsayê 12 çekdar hatin kuştin

Fermandarekî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, ku ji 18 mehê ve, 12 endamên gurûpên çete yên ku Tirkiye li pişta wan e, hatine kuştin.

Yek ji Fermandarê HSD; Ziyad Heleb ji medya nêzîkî kurên Sûriyê re ragihand, ku ji roja 18ê Kanûna 2020an ve, dema ku Artêşa Tirkiyê dest bi êrîşa ser Eyn Îsa kiriye de, heya niha 12 çekdar hatine kuştin û otombîleke wan a leşkerî jinav birine.

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê, ji roja 18ê vê mehê ve, dest bi êrîşekê li ser herdu gundên Cehbel û Muşêrfê kirine û di encamê de, hejmareke xelkê wan gundan derbider bûne.

Gurûpên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve li Rojhiatê bajarê Eyîn Îsa li nêzîkî rêya M4 teqe li karwanekî hêzên Rûsî kirin û hêzên Rûsiya jî bersiva wan dane.

Rêya M4 ku ji roja Înê ve ji ber êrîşên Tirkiyê û gurûpên ser bi wê ve, hatibû girtin, duh careke din ji aliyê hêzên Rûsiya ve hate vekirin, û liv û tevgera bazirganî û sivîlan destpê kir, lê di dema çûna karwenakî sivîlan de ku Rûsya parastin dikir, şerê teqeyan di navbera gurûpên çekdar yên ser bi Tirkiya ve û serbazên Rûsiya de derket û çûna wê karwanî rawestiya.

Peyamnêra Rûdawê li Eyîn Îsa da xuyakirin, ku ji ber êrîşên Tirkiyê û gurûpên ser bi wê ve, hejmareke zêde ya welatiyên sivîl ji bajar derketine. 

Gurûpên ser bi Tirkiyê ve dixwazin ku xwe bighînin nav bajar, lê HSD rê li ber wan digre.

Di demên borî de bi mebesta kêmkirina aloziyan hêzên Rûsya 3 xalên çavdêriyê danîne, lê nekariye rê li ber wan êrîşan bigre.

Serepeyv