Mezlûm Ebdî bang li aliyên kurdî kir ku bi diyalogê pirsgirêkan çareser bikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i322317-mezlûm_ebdî_bang_li_aliyên_kurdî_kir_ku_bi_diyalogê_pirsgirêkan_çareser_bikin
Hawar Newsê nivîsiye: "Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî got êrişa hêzên PDK`ê ya li dijî hêzên PKK`ê cihê şermezariyê ye û banga çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê kir."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 15, 2020 14:56 Asia/Tehran
  • Mezlûm Ebdî bang li aliyên kurdî kir ku bi diyalogê pirsgirêkan çareser bikin

Hawar Newsê nivîsiye: "Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî got êrişa hêzên PDK`ê ya li dijî hêzên PKK`ê cihê şermezariyê ye û banga çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê kir."

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), "Hêzên Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) li derdora gundê Sêgirê yê Amediyê ya Başûrê Kurdistanê êrişî Hêzên Parastina Gel (HPG) kiribû.

HPG`ê li ser mijarê duh daxuyaniyeke fermî dabû û diyar kiribû ku di êrişê de 3 hêz birîndar bûne ku rewşa 2 ji wan giran e."

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî girêdayî mijarê bi twittekê wiha got: “Êrişa hêzên PDK`ê ya li dijî gerîlayên PKK`ê cihê şermezariyê ye û dê destkeftiyên doza kurdî têk bibe. Em banga rawestandina êrişan û çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê dikin.”