​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 85 kesên din bi koronayê ketine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i322301-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_85_kesên_din_bi_koronayê_ketine
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 85 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid_19) ketine û 7 kes jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 15, 2020 06:08 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 85 kesên din bi koronayê ketine

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 85 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid_19) ketine û 7 kes jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî rapora Hawar Newsê, Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên mirine 2 jin ji Hesekê ne û jinek ji Qamişloyê ye û jin ji Kobanê ne û 3 mêr ji Hesekê, Dêrazorê û Şehbayê ne.

Mistefa da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 85 kesên din bi koronayê ketine, ji wan 46 mêr in û 39 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 8

Qamişlo: 6

Dêrik: 10

Dirbêsiyê: 5

Rimêlan: 1

Amûdê: 1

Reqa: 11

Tebqa: 22

Şehba: 17

Minbic: 4

Mistefa anî ziman ku ji nav nexweşiyên koronayê 6 kes baş bûne.

Bi van daneyan hejmara giştî pêketiyên koronayê (Covid_19) gihaşt 7 hezar û 533 kesan, ji wan 234 kes mirine û hezar û 78 kes jî baş bûne.