Îlham Ehmed: Dewletên garantor divê nehêlin Tirkiye dijî peymanan tevbigere
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i322193-Îlham_ehmed_dewletên_garantor_divê_nehêlin_tirkiye_dijî_peymanan_tevbigere
Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed got, neçarkirina Tirkiyê ku li gorî peymana agirbestê tevbigere berpirsyartiya dewletên garantor e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 11, 2020 07:35 Asia/Tehran
  • Îlham Ehmed: Dewletên garantor divê nehêlin Tirkiye dijî peymanan tevbigere

Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed got, neçarkirina Tirkiyê ku li gorî peymana agirbestê tevbigere berpirsyartiya dewletên garantor e.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed li ser twîttera xwe got: "Ji 10 rojan ve rageşiyeke mezin li Til Temir û Eyn Îsayê ji aliyê dewleta Tirkiyê û komên wê rû dide. Em berpirsyariya neçarkirina Tirkiyê da ku li gorî peymanên agirbestê tevbigire hildigirin ser dewletên garantor."

Hawar Newsê nivîsiye: "Dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê di demên dawî de êrişên xwe yên li ser Eyn Îsa, Zirgan û Til Temirê zêde kirin. QSD'ê di çarçoveya mafên parastina rewa de hewldanên wan ên ketina van deveran têk dibe."