Di şerê Eyn Îsayê de gelek çete ji wan serkirdeyekî çeteyan hatin kuştin
Dewleta Tirkiyê tevî çeteyên xwe duh êriş bir ser bakurê Eyn Îsayê û şervanên HSD'ê jî bersiv dan êrişê. Di şer de gelek çete û di nav wan de serçeteyê bi navê Îsmaîl Eydo hatin kuştin. Herwiha li gundê Mielek ê Eyn Îsayê şerekî giran berdewam dike.
Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê bi şev saet di 01.00’an de êrîşî Eyn Îsayê kirin. Li vê derê bi qasî 3 saetan şer domiya. Hate diyarkirin ku di vî şerî de gelek çete ku serçeteyek ji di nav wan de ye hatine kuştin. Çeteyan û hêzên dewleta Tirkiyê herwiha êrişeke giran birin ser gundên Malikiye, rêya M4, bajarê Eyn Îsa û gundên Hoşanê. Di şerê navbera şervanên HSD'ê û çeteyan de ji bilî mirina gelek çeteyan, serçeteyê bi navê Îsmaîl Eydo jî hate kuştin.
Serçete Îsmaîl Eydo ku di dema êrişê de serkêşî ji çeteyan re dikir, li gundê Malikiyeyê ji aliyê şervanên HSD'ê ve hate kuştin. Eydo beriya niha di nava çeteyên DAÎŞ'ê de bû.
Di navbera çeteyên dewleta Tirkiyê û şervanên HSD’ê de li gundê Mielek ê li bakurê Eyn Îsayê jî şerekî giran berdewam dike.
Êrîşên dagirkeran ên li dijî herêmê didome. Artêşa Tirkiyê ji bo piştgiriya ji çete û terorîstan bi giranî deverê topbaran dike.