Hêzên Rizgariya Efrînê: "Li Efrînê 5 çete hatin kuştin û 11 birîndar bûn"
"Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiyên hêzên wan li dijî çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê li Efrînê daxuyaniyek da û ragihand ku di çalakiyan de 5 çete hatine kuştin û 11 çete birîndar bûne."
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), "Li hemberî kiryarên dermirovî û binpêkirinên dewleta Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê li dijî şêniyên Efrînê, çalakiyên tolhildanê yên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de, Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyaniyek da û ragihand ku hêzên wan li dijî çeteyên Cebha Şamiyê yên girêdayî artêşa Tirkiyê, êrîş pêk anîne. Di êrîşan de gelek çete hatine kuştin û birîndarkirin.
Di daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) de hate destnîşankirin ku hêzên wan li hemberî çeteyên Cebha Şamiyê çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di çalakiyê de de 2 çete hatine kuştin, 4 çete jî birîndar bûn. Her wiha wesayitek çeteyan jî hate derbkirin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di berdewamiya daxuyaniyê de anî ziman ku 8`ê Mijdarê di saetên şevê de, li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê hêzên wan li dijî navenda çeteyên Cebha Şamiyê çalakiyeke din ya sabotajê li dar xistine. Di encama wê çalakiyê de jî 3 çete hatine kuştin û 7 çete jî birîndar bûn ku rewşa 2 ji wan giran e.
HRE`yê piştrast kir ku di her du çalakiyên hêzên wan de 5 çete hatine kuştin û 11 çete birîndar bûne."