Komên çete yên li Serêkaniyê bi hev ketin: Kuştî û birîndar hene
Li bajarê Serêkaniyê ya ku dewleta Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê dagir kiriye, di navbera çeteyan de şer derket.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Vê êvarê li bajarê Serêkaniyê di navbera çeteyên "Sultan Mruad" û "Furqeya 20" yên girêdayî dewleta Tirkiyê de şerekî giran rû da.
Li gorî agahiyan çeteyekî "Sultan Murad" hate kuştin û bi kêmanî ji herdu aliyan 4 birîndar bûn. Şer hîna berdewam e.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di 27'ê Cotmehê de jî ji ber şerê di navbera çeteyan de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan di nav de jinek û zarokek û ji ber topbarana bê ser û ber ziyan gihiştin malan.
Her wiha 7 çete hatin kuştin û zêdeyî 15 jî birîndar bûn, ku di nav de rewşên xeter hene. Birîndar ji bo nexweşxaneyên Tirkiyê hatin veguhestin.