Endamê komîta navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistana Sûriyê: Gotegota bêtifaqî û rawestandina muzakirên kurdên Sûriyê rast nîne
Endamê komîta navendî ya partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê( PDK-S) got: Muzakira kurdî-kurdî dê bidome.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Nafi Ebdullah endamê komîta navendî ya partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDK-S) li bersiva vê pirsê ku gelo gotûbêja navbera Encumena Niştimanî ya Kurdistanê( ENKS) û Partiyên Yekitiya Niştimanî ya kurd( PYNK) hatiye rawestandin û got: Tu bêtifaqiyek navbera her du aliyan bo dewama muzakiran tine. Wî got, mesele ji ber dawîbûna erkdariya şandiyê Emerîkayê li muzakiran paşde ketiye û tu têkiliya xwe bi aliyên kurd re tine.
Endamê komîta navendî ya partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDK-S) got: Muzakirên kurdî-kurdî hema berdewam in û em li benda kesekî nû an vegeriyana Zehra Bîlê bo nav pêvajoya muzakireyan in.