'Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê' biryara vekirina hemû deriyên sînor da
Cotmeh 12, 2020 09:54 Asia/Tehran
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara vekirina hemû deriyên sînor da.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Hevserokatiya Meclisa Rêber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, biryara hejmara 149'an da.
Li gorî biryarê;
-Tevgera li gorî hemû biryarên derbarê girtina deriyên sînor ên bi 'Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê' de têne rawestandin.
-Tevahî deriyên sînor ji bo derbasbûn û derketina weletiyan, bêyî astengî ji roja duşemê 12-10-2020'an tên vekirin.
-Ji bo deriyê Sêmalkaiyê rewş li gorî berê dimîne, heta biryarek din din were dayîn."